Li Herêma Kurdistanê bi 25 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin

Wezareta Tenduristîyê derbarê hejmara kesên ku bi wan re Coronavîrus hat tespîtkirin de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 28.05.2020 12:30:07 / Güncelleme: 28.05.2020 12:30:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de li Hewlêrê bi 9  kesan re û li Silêmanîyê jî bi 16 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha bi 532 kesan re  vîrus hat tespîtkirin ku ji van 407 kes baş bûn û 5 kes jî canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)