Zarokê ku bi ceyranê ve ma giran birîndar bû

Li Şemrexa navçeya Mêrdînê zarokekî 13 salî yê ku hewl dida kevokên li ser têlên ceyranê bifirîne bi ceyranê ve û giran birîndar bû.

Ekleme: 28.05.2020 09:30:14 / Güncelleme: 28.05.2020 09:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li di wextên şeveqê de li Şemrexê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin zarokê 13 salî yê bi navê Zekî Guzel bi hesina di destê xwe de hewl da ku kevokên li ser dîreka ceyranê bifirîne; lê belê bi ceyranê ve ma û giran birîndar bû.

Zarokê ku bi ceyranê ve ma bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)