Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 2 milyon û 498 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 2 milyon û 498 hezar û 884 kesî.

Ekleme: 28.05.2020 08:50:13 / Güncelleme: 28.05.2020 08:50:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 490 hezar û 130 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 357 hezar û 471î û hejmara kesên pêketî jî derket 5 milyon û 792 hezar û 314 kesan.(ÎLKHA)