Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji 578 malbatî re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ya ku bi kirina alîkarîyên însanî tê nasîn di meha Remezanê de ji 578 malbatî re di bûhaya 60 hezar û 960 tl alîkarî kir.

Ekleme: 27.05.2020 11:55:10 / Güncelleme: 27.05.2020 11:55:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê Fatîh Akman derbarê xebatên alîkarîyê  yên ku di meha Remezanê de hatin kirin de daxuyanîyek belav kir.

Akman di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ji ber Coronavîrusê gel di nav zor û zehmetîyê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di meha Remezanê de ji 578 malbatî re di bûhaya 60 hezar û 960 TL alîkarîya erzaq, nan, goştê sor, cil û berg, naqdî, heywanên zindî hat kirin."

Akman di berdewama daxuyanîya xwe de ji kesên xêrxwaz re teşekkur kir û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Em ê xebatên xwe yên alîkarîyê piştî Remezanê jî bidomînin. Em di navbera kesên xêrxwaz û feqîr de pir in û em ê dîsa bibin hêvîya kesên muxtac û êtîm. Ez hêvî dikim ku Îda Remezanê bibe wesîleta rizgarîya mezlûman û têkçûna zaliman. Îda we pîroz be."(ÎLKHA)