Rûsya 450 şervanên ku li Sûrîyê hatin perwerdekirin şand Lîbyayê

Hat ragihandin şervanên ku hatin şandin Lîbyayê dê di nav sefên hêzên General Hafterê ku Xerb û hinek welatên Ereban piştgirî didinê de şer bikin.

Ekleme: 26.05.2020 14:09:26 / Güncelleme: 26.05.2020 14:09:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê  leşkerên bi pere hatin girtin ji teref şîrketa ewlehîyê ya Rûsyayê ve ji bajarên Raqqa, Hums, Lazkîye û Hasekêya Sûrîyê hatine berhevkirin û hatin perwerdekirin.

Hat ragihandin komeke din a leşkerên ku bi pere hatine girtin ji bo şandina ji Lîbyayê re li Hmeymîmê li baregaha leşkerî ya Rûsyayê amade tên girtin.(ÎLKHA)