Rejîma îşxalê ya siyonîst êrîş bir li ser xortekî Filistînî

Siyonîstên îşxalker li nêzî Cebelul Mukebbîra Qudsê êrîşa çekdarî birin li ser xortekî Filistînî.

Ekleme: 26.05.2020 11:50:13 / Güncelleme: 26.05.2020 11:50:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa siyonîstan de xortê Filistînî giran birîndar bû.

Tê îddîakirin xortê Filistînî ji ber teşebûsa çalakîya bi kêr hatiye lêxistin.

Di vîdyoya ku hatiye kişandin de tê dîtin ku siyonîstên terorîst û îşxalker xortê birîndar li erdê digirin û nahêlin ku ambûlans were û wî bibe nexweşxanê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rewşa xortê Filistînî giran e û hatiye rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)