Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 340 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 340 hezar û 537 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.05.2020 15:35:13 / Güncelleme: 23.05.2020 15:35:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 340 hezar û 537an û hejmara kesên pêketî jî derket  5 milyon û  329 hezar û 819 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 97  hezar û 663  kes mirin.(ÎLKHA)