Zarîf: Rejîma îşxalê ji bo îstîqrar û aştîya navneteweyî gefa mezintirîn e

Wezîrê Karên Derve Muhammed Cevad Zarîf destnîşan kir, rejîma îşxalê ji bo îstîqrar û aştîya navneteweyî gefa mezintirîn e.

Ekleme: 23.05.2020 10:25:12 / Güncelleme: 23.05.2020 10:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zarîf ji ber minasbeta Roja Qudsê ya Cîhanê li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û derbarê mijarê de destnîşan kir “Roja Qudsê roja vejandina mafên Filistînîyan e. Hewldanên  bicîbûnê ya cîhûyan û rejîma îşxalê li ber tunebûnê ne. Terefê mezintirîn ê ku mafên însanan bin pê dike  îşxalker in. Bes îşxalkerên siyonîst  li herêmê xwedî çekê nukleer e ku ji ber vê yekê jejîma îşxalê ji bo îstîqrar û aştîya navneteweyî gefa mezintirîn e.”(ÎLKHA)