Li Sûdana Başûr di navbera du eşîran de pevçûn: Bi sedan kes canê xwe ji dest dan

Li Sûdana Başûr ji ber heywan û zevîyan di navbera du eşîran de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de bi sedan kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 22.05.2020 10:50:14 / Güncelleme: 22.05.2020 10:50:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin roja şemîyê li Pîerîya bajaroka Sûdana Başûr di navbera du eşîrên bi navê Lou Nuer û Murle de ji ber lihevnekirina erd û heywanan pevçûn derket.

Di encama pevçûnên ku pêk hatin de ji her du eşîran bi sedan kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîteya Xaça Sor û Doktorên ku Sînor Nasnakin ve hatine belavkirin di pevçûna ku derketiye de xebatkarên wan jî canê xwe ji dest dane û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane ji du alîyan nêzî 300î ye.(ÎLKHA)