Karwana Hêvîyê ya Sêrtê di Leyletul Qedrê de alîkarî belav kir

Karwana Hêvîyê ya Sêrtê ya ku berîya meha Remezanê xebatên alîlarîyê dabû destpêkirin ji ber minasebeta Leyletul Qedrê ji bi sedan malbatên feqîr û jar re alîkarî belav kir.

Ekleme: 20.05.2020 15:05:16 / Güncelleme: 20.05.2020 15:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana ku bi dirûşmeya "Werin Em Ji Kesên Feqîr û Muxtac Re Bibin Hêvî" xebata alîkarîyê dabû destpêkirin, alîkarîya ku hatibû berhevkirin di Şeva Qedrê de belav kir.

Serokê Karwana Hêvîyê yê Sêrtê  Remezan Tokdemîr destnîşan kir ji bo rûyê êtîman bikene ew di vê şeva mibarek de alîkarîyan belav kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di vê şevê de belavkirina alîkarîyan bi xêr û berekettir e. Me xwest ku em jî bi vê xêrê muşerref bibin. Xweda  ji xêrxwazên ku ji vê alîkarîyê re bûn wesîle razî be."(ÎLKHA)