Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 4 milyon û 990 hezarî

Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Ekleme: 20.05.2020 10:45:12 / Güncelleme: 20.05.2020 10:45:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 4 milyon û 990  hezarî bi vîrusê ketin û 324  hezar û 990  kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîkaye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 570 hezar û 583  kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)