Wezîrê Tenduristîyê Koca: Di 24 seatên dawî de 28 welatîyên me din jî canê xwe ji dest dan

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derheqê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de destnîşan kir, rêjeya pêketîyan weke ku tê hêvîkirin kêm dibe.

Ekleme: 20.05.2020 10:35:13 / Güncelleme: 20.05.2020 10:35:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di 24 seatên dawî de 28 welatîyên din jî canê xwe ji dest dan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Îro 25 hezar û 382 test hatin kirin û di encama van testan de bi hezar û 22 kesan re vîrus hat tespîtkirin û di 24 seatên dawî de 28 kes canê xwe ji dest dan û 318 kesên ku bi vîrusê ketin baş bûn."(ÎLKHA)