Li Mêrdînê 100 donim genim şewitî

Li Mêrdînê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di erdên ku lê genim hatibû çandin de şewat derket û nêzî 100 donim genim şewitî.

Ekleme: 18.05.2020 11:50:13 / Güncelleme: 18.05.2020 11:50:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Dêrika navçeya Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Remokeya gundê girêdayê Dêrikê di erdê ku aîdî kesên bi navê Mehmet Selîm Atasever û Sabrî Tekîn bû de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket.

Di encama şewata ku derket de nêzî 100 donim genim şewitî.

Piştî ku xeber hat dayîn îtfaîyê re îtfaîyevan hatin cihê bûyerê û midaxeleyî şewatê kirin.(ÎLKHA)