Li Iraqê malbata ku ji 6 kesan pêk dihat hat qetilkirin

Li Selahaddîna bajara Iraqê li gundekî kesên ku nasnameyên wan nediyar in malbateke ku ji 6 kesan pêk dihat qetilkirin.

Ekleme: 16.05.2020 11:55:13 / Güncelleme: 16.05.2020 11:55:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên nasnameyên wan nediyar li gundekî girêdayê Samaraya Selhaddînê ye bi çekan êrîşî malbatekê kirin. Di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de pîrek û zarok jî di nav de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin.

Kesên êrîşkar ji cihê êrîşê revîyan û hêzên ewlehîyê derbarê êrîşê de lêpirsîn dan destpêkirin.(ÎLKHA)