Saglam: “Divê dev ji îxtîlafan bê berdan da ku nekbeyên nû pêk neyên”

Ji ber minasebeta salvegera 72yemîn a Nekbeya ku tê wateya felaketa mezin ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve daxuyanîyek hat dayîn.

Ekleme: 16.05.2020 11:55:12 / Güncelleme: 16.05.2020 11:55:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di peyama ku belav kir de bang li alema Îslamê kir da ku dev ji îxtîlafan berdin û bibin yek.

Saglam di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ji sala 1948an vir ve ne gelê Filistînê û ne jî ummeta Îslamê rûyê rihetîyê nedît û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “15ê Gulana sala 1948 roja  ji teref siyonîzmê ve axên Filistînê wek axên xwe îlankirinê ye. Ji wê rojê vir ve ne gelê Filistînê û ne jî ummeta Îslamê rûyê rihetîyê nedît.Divê dev ji îxtîlafan bê berdan da ku nekbeyên nû pêk neyên.”(ÎLKHA)