Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 302 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 302 hezar û 476 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 15.05.2020 12:25:06 / Güncelleme: 15.05.2020 12:25:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 302  hezar û 476an û hejmara kesên pêketî jî derket  4 milyon û 511  hezar û  316 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 86  hezar 770  kes mirin.(ÎLKHA)