Koçberên ku leşkerên Yunanistanê ew ji mirinê re terk kiribûn hatin rizgarkirin

Fermandarîya Ewlehîyê ya Beravê 24 koçberên ku ji teref leşkerên Yunanistanê ve li nêzî Ayvacikê ji mirinê re hatibûn terkkirin rizgar kir.

Ekleme: 12.05.2020 14:36:07 / Güncelleme: 12.05.2020 14:36:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 24 koçber bi bota ku kirîn hewl dan derbasî Yunanistanê bibin, lê belê leşkerên Yunanistanê yên ku li rasta wan hatin berê bota wan ji Yunanistanê zivîrandin û koçber kirin ku di behrê de bixeniqin.

Ji ber alîkarîya ku hat telebkirin Fermandarîya Ewlehîyê ya Beravê bi ekîba ku şand cihê bûyerê 24 koçberên di behrê de mabûn rizgar kir.

Hat ragihandin koçberên ku hatin rizgarkirin eslê xwe Efxanistan, Kongo, Afrîkaya Navîn û Malîyî ne.(ÎLKHA)