Li Diyarbekirê dê qedexeya derketina derve neyê sepandin

Walîyê Diyarbekirkê Hasan Basrî Guzeloglu destnîşan kir ew ê ew qedexeya derketina derve ya ku dê di 16-17-18 û 19ê Gulanê bê sepandin li Diyarbekirê neyê sepandin.

Ekleme: 12.05.2020 13:50:25 / Güncelleme: 12.05.2020 13:50:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Guzeloglu derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Walî Guzeloglu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “ Ew qedexeya derketina derve ya ku ji teref  Birêz Serokomarê ve ji bo 4 rojan hat îlankirin ji bo Diyarbekirê nederbasdar e.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan doh piştî civîna lijneya wezîran re destnîşan kiribû : “Ew ê di 16-17-18-19ê Gûlanê de ji bo 4 rojan qedexeya derketina derve bê îlankirin. Têketin û derketina bajarên Edenê, Diyarbekir, Mêrdîn, Trabzon, Ordu, Denîzlî, Mereş, Riha û Tekîrdagê hat rakirin.”(ÎLKHA)