Di pevçûna ku di navbera du malbatan derket de 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn

Li Diyarbekirê di nîqaşa ku ji ber qezaya motosîkletê pêk hat de çek hatin bikaranîn, di encama pevçûan çekdarî de 2 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 12.05.2020 13:06:51 / Güncelleme: 12.05.2020 13:06:51 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li 208emîn Sikaka Taxa Ben û Senê ya Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat.

Tê diyarkirin ji ber qezaya motosîkletê di navbera du malbatan de nîqaşa ku dest pê kir piştî demekê bû pevçûna çekdarî. Di encama pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 2 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)