Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 4 milyon û 100 hezarî

Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Ekleme: 10.05.2020 10:55:12 / Güncelleme: 10.05.2020 10:55:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 4 milyon û 100 hezarî bi vîrusê ketin û 280 hezar û 431 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 347  hezar û 309 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)