Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 439 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 439 hezar û 842 kesî.

Ekleme: 10.05.2020 10:05:13 / Güncelleme: 10.05.2020 10:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 238 hezar û 78 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 280  hezar û 431î û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 100 hezar û 609  kesan.(ÎLKHA)