Karwana Hêvîyê li Ganayê ji bo bi sedan malbatî alîkarîya erzaqê kir

Karwana Hêvîyê ya ku di serî de li Tirkîyê û bi giştî li tevahîyê cîhanê diçe bi hawara kesên feqîr, jar û êtîman xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne.

Ekleme: 08.05.2020 16:15:16 / Güncelleme: 08.05.2020 16:15:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sazîya alîkarîyê vêcarê jî li Ganayê ji kesên feqîr û jar û êtîm re alîkarî kir.

Karwana Hêvîyê ya ku di bergeha Meha Remezanê de xebata alîkarîya ya bi dirûşmeya “Jiyan Pêkve Xweş e” da destpêkirin li Ganayê ji bo bi sedan malbatî alîkarîya erzaq û xurekê kir.

Kesên ku ji wan re alîkarî hat kirin gelek zêde kêfxweş bûn û ji kesên ku ji vê alîkarîyê bûn wesîle re teşekkur kirin.(ÎLKHA)