Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din ên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn

Hat daxuyandin li Hewlêrê 6 kes û li Kerkukê jî 3 kes ên ku berî niha bi Coronavîrusê ketibûn û dihatin tedawîkirin baş bûn.

Ekleme: 08.05.2020 13:45:11 / Güncelleme: 08.05.2020 13:45:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Tenduristîyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Muhammed ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Muhammed di daxuyanîya xw eya ku belav kir de destnîşan kir, 6 kesên ku li Hewlêrê bi vîrusê ketibûn  baş bûn û bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku baş bûn derket 184 kesan.

Hat diyarkirin li Kerkukê jî 3 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)