Di ambûlansê de 112 kîlo esrar hat bidestxistin

Di lêgerîna ku li ser Rêbeja Diyarbekir-Bîngolê hat kirin de di ambûlansekê de 112 kîlo esrar hat bidestxistin.

Ekleme: 07.05.2020 13:45:18 / Güncelleme: 07.05.2020 13:45:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di fealîyeta lêgerîn û kontrolê ya ku li ber Fermandarîya Cendirmeyan a Mermerê hat kirin di ambûlansekê de 112 kîlo esrar hat bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin kesê şikdar ê bi navê F.B. hat binçavkirin û 3 wezîfedarên ambûlansê piştî ku îfade dan re hatin berdan.(ÎLKHA)