Ji meha çilê vir ve zêdetirî 600 Qudusî ji teref siyonîstan ve hatin desteserkirin

Kuluba Êsîran a Filistînê destnîşan kir rejîma îşxalê ya siyonîstan ji destpêka sala 2020î vir ve zarok û xort jî di nav de zêdetirî 600 Qudusîyan êsîr standiye.

Ekleme: 06.05.2020 16:30:14 / Güncelleme: 06.05.2020 16:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kuluba Êsîran di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir, digel rîska belavbûna Coronavîrusê hebe jî ji teref siyonîstanên îşxalker ve ev tacîz û zext û êrîş tên kirin ku ev yek jî delîl e ku siyonîst gelê Qudsê hedef  digirin.

Di raporta ku ji teref kulubê ve hat belavkirin de hat destnîşan kirin doh jî di wextênn şeveqê de 13 Filistînî ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin desteserkirin.(ÎLKHA)