Li Rihayê 2 wargeh hatin xistin karantînayê

Bi biryara Lijneya Hifzissihha ya Bajara Rihayê 2 wargehên nû ji ber Coronavîrusê hatin xistin karantînayê û wargehên ku wextên wan ên karantînayê temam bûn jî dawî li karantînayê hat anîn.

Ekleme: 06.05.2020 11:25:05 / Güncelleme: 06.05.2020 11:25:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi biryara Lijneya Hifzissihha ya Bajara Rihayê Taxa Yenîşehîra girêdayê Wêranşarê û Taxa Devteştîya girêdayê Xalîlîyê ji ber ku lê Coronavîrus hat tespîtkirin heta 14 rojan hatin xistin karantînayê.(ÎLKHA)