Li Silêmanîyê temamê kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn

Midûrê Tenduristîyê yê Bajêra Silêmanîyê Dr. Sabah Hewramî destnîşan kir, ji ber ku temamê kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûne nexweşxaneyeke taybet a Coronayê hatiye girtin, lê hêj lê test tên kirin.

Ekleme: 05.05.2020 14:50:11 / Güncelleme: 05.05.2020 14:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hewramî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew biryara girtina Nexweşxaneya Şehîd Aso ya 115 kesane dane û ew ê Nexweşxaneyên Alî Nacîys û Serçinar vekirî bimînin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê het aniha 387 kes bi Coronavîrusê ketin ku ji van 5 kes canê xwe ji dest dan û 232 kes baş bûn û 50 kes jî di nexweşxanê de tên tedawîkirin.(ÎLKHA)