Li Mêrdînê bobelata birûskê: Şivanek canê xwe ji dest da û 130 heywan telef bûn

Li Mêrdînê dema ku 2 bira heywanên xwe didan çêrandin birûskê li wan xist. Di encama bûyera ku pêk hat de ji her birayan kesek canê xwe ji dest da û yê din jî li nexweşxanê tê tedawîkirin.

Ekleme: 05.05.2020 13:55:13 / Güncelleme: 05.05.2020 13:55:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatin wergirtin li gundê Sulakdereya girêdayê Mehsertêya navçeya Mêrdînê du birayên bi navê Remezan û Azad Yilmaz dema ku heywanên xwe didan çêrandin birûskê li wan xist.

Çawa bi bûyerê hat hesîn ambûlansan hatin sewqkirin cihê bûyerê û her bira hatin rakirin nexweşxanê, lê digel temamê midaxeleyan Remezan canê xwe ji dest da û tedawîya Azadî jî berdewam dike.

Li gorî agahîyan di encama bûyera ku pêk hat de 130 heywan telef bûn.(ÎLKHA)