Siyonîstên terorîst êrîşî mala Şêx Îkrîme Sabrîyê Xatîbê Mescîda Eqsayê kirin

Siyonîstên îşxalker ji ber daxuyanîyên ku dabû gefê li Şêx Îkrîme Sabrîyê Xatîbê Mescîda Eqsayê xwarin.

Ekleme: 03.05.2020 15:25:05 / Güncelleme: 03.05.2020 15:25:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin siyonîstên îşxalker  êrîşî mala Şêx Îkrîme Sabrîyê Xatîbê Mescîda Eqsayê kirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber daxuyanîya dawî ya Şêx Îkrîme Sabrîyê Xatîbê Mescîda Eqsayê êrîş hatiye kirin.

Şêx Sabrî di daxuyanîya xwe ya ku berî niha belav kiribû de destnîşan kiribû, ger Derîyê El-Mexarîbê ya Mescîda Eqsayê ji bo Cihûyan bê vekirin ew ê temamê derîyên din ên Mescîda Eqsayê ji bo bi deh hezaran Mislimanî bê vekirin.(ÎLKHA)