Qatar ji 100 hezar malbatên li Xazzê re alîkarî dike

Sefîrê Qatarê Muhammed el-Îmadî destnîşan kir ew ê ji 100 hezar malbatên feqîr û jar ên li Xazzê re alîkarî bikin û serê malbatê 100 dolarî belav bikin.

Ekleme: 02.05.2020 12:55:12 / Güncelleme: 02.05.2020 12:55:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed el-Îmadî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ê belavkirina alîkarîyan di 2yê Gûlanê de dest pê bike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji bo bi şikleke sihhet alîkarî bê belavkirin ew ê temamê malbatan di warê dîrokê de bên agahdarkirin. Ew ê alîkarî nêzî 2 heftîyan berdewam bikin.”(ÎLKHA)