Li Îranê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin û baş bûn derket 76 hezar û 318 kesan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 63 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 6091 kesan.

Ekleme: 02.05.2020 10:35:12 / Güncelleme: 02.05.2020 10:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6091an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 95 hezar û 646an.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  63 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6091 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  95 hezaran û 646an.”(ÎLKHA)