Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonekî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 1933 kesî.

Ekleme: 30.04.2020 14:15:14 / Güncelleme: 30.04.2020 14:15:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 147 hezar û 411 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 228 hezar û 251î û hejmara kesên pêketî jî derket 3 milyon û 220 hezar û 785 kesan.(ÎLKHA)