Li Amerîkayê di 24 seatan de 1379 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin

Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonekî û yên mirîyan jî 58 hezaran derbas kir.

Ekleme: 29.04.2020 09:50:15 / Güncelleme: 29.04.2020 09:50:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 58 hezar û 955 kes mirin û bi  milyonek û 34 hezar û 155 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber şobê dibe ku 65 hezar kesên din jî bimirin.(ÎLKHA)