Zêdetirî 60 hezar welatîyên Tirkîyê ji derveyî welêt hatin anîn

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, ji ber Coronavîrusê heta niha zêdetirî 60 hezar welatîyên Tirkîyê ji derveyî welêt hatin anîn.

Ekleme: 26.04.2020 12:40:14 / Güncelleme: 26.04.2020 12:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “Heta îro me zêdetirî 60 hezar welatîyên Tirkîyê ji derveyî welêt anî û ji nêzî 20 hezar kesên biyanî yên ku li Tirkîyê diman re jî bûn alîkar da ku vegerin welatên xwe.”(ÎLKHA)