Melayê Mescîda Eqsayê: Îşxalkerên siyonîst bi hinceta Covid-19 îşxalê berfireh dikin

Îmam Xatîbê Mescîda Eqsayê Şêx Îkrîme Sabrî destnîşan kir, îşxalkerên siyonîst bi hinceta Covid-19 hewl didin îşxala li Qudsê berfireh bikin.

Ekleme: 25.04.2020 14:20:06 / Güncelleme: 25.04.2020 14:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şêx Sebrîyê ku di bernameyeke bi navê "Coronavîrus û Qudsa di bin îşxalê de" de axivî, derbarê mijarê de destnîşan kir "Mescîda Eqsa ji bo Mislimanan bi qasî Mescîd-î Haram û Mescîd-î Nebewî muhîm e.

Şêx Sebrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir îşxalkerên siyonîst bi hinceta Covid-19 îşxalê berfireh dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Gelê Qudsê dê destûr nede ku Mescîd-î Eqsa bikeve destên îşxalkerên siyonîst."(ÎLKHA)