Walîyê New Yorkê: "Li Parêzgehê dibe ku 2 milyon û 600 hezar kes bi vîrusê ketibin"

Abdrew Cuomoyê Walîyê New Yorkê destnîşan kir li ser 3 hezar kesan test hatin kirin û hat dîtin ku ji van ji sedî 14 kes baş bûne, lê belê li Parêzgehê dibe ku 2 milyon û 600 hezar kes bi vîrusê ketibin.

Ekleme: 24.04.2020 12:20:15 / Güncelleme: 24.04.2020 12:20:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cuomo di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, ew li parêzgehê dest bi testên antîkorê kirine û ger li gor netîceya van testên ku hatin kirin hisabek bê kirin wê demê em dikarin bibêjin ku li Parêzgehê dibe ku 2 milyon û 600 hezar kes bi vîrusê ketibin.

Cuomo di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir bi mirina 438 kesên din hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê li New Yorkê mirin derket 15 hezar û 500 kesî.(ÎLKHA)