Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 740 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 740 û 379 hezarî.

Ekleme: 24.04.2020 11:09:27 / Güncelleme: 24.04.2020 11:09:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Almanyayê ye û ev hejmar 103 hezar û 300 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 190 hezar û 872yan û hejmara kesên pêketî jî derket 2 milyon û 709 hezar û  483 kesan.(ÎLKHA)