Cîhanpur: “Li Îranê heta niha 57 hezar û 23 kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn”

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Ekleme: 20.04.2020 12:50:12 / Güncelleme: 20.04.2020 12:50:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  87  kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 5118an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 82 hezar û 211  kesan. Her wisa heta niha 57 hezar û  23 kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn”(ÎLKHA)