Wezîr Çavuşoglu: “Ji bo ji 72 welatan welatîyên me bên anîn 105 sefer hat plankirin”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu derheqê welatîyên Tirkîyê yên ku li derveyî Tirkîyê dijîn û dixwazin bên Tirkîyê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 19.04.2020 12:35:06 / Güncelleme: 19.04.2020 12:35:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de  di bîran xistin ku hejmara kesên ku li derveyî welêt dijîn û ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 342 kesan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi talîmata Serokomar Erdogan heta îro ji 74 welatan 25 hezar welatîyên Tirk hatin anîn û hatin xistin karantînayê. Ji bo ji 72 welatan welatîyên me bên anîn 105 sefer hat plankirin û ew ê ev yek berî Remezanê bê kirin.”(ÎLKHA)