Li Çadê ji ber bombeya ku ji balafirê ket 5 kes canê xwe ji dest dan

Li Çada ku welatê Afrîkaya Navîn e ji balafirekê bêhemdî bombeyek ket li ser malekê de, di encama teqîna ku pêk hat de 5 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.04.2020 13:09:15 / Güncelleme: 18.04.2020 13:09:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê bûyera ku rû da de ji teref artêşê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, ji balafireke şer a ku dikir dakeve balafirgehê bêhemdî bombeyek ket xwarê û îsabetî malekê kir.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, di encama teqîna ku pêk hat de 5 kes canê  xwe ji dest dan.(ÎLKHA)