Qedexeya derketina derve ya li 31 bajaran dest pê kir

Qedexeya derketina derve ya ku heftîya borî ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldakê hatibû îlankirin vê heftîyê jî di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de tê sepandin.

Ekleme: 18.04.2020 10:20:12 / Güncelleme: 18.04.2020 10:20:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qedexeya derketina derve ya ku vê heftîyê tê sepandin bi daxuyanîya ku ji teref Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû dayîn hatibû îlankirin.

Bajarên ku lê derketina derve hatiye îlankirin û ew ê 48 seatan berdewam bike wisa ye:

Edenê, Enqeaea, Entalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzerom, Eskîşehîr, Entabê, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Maraş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Malatya, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zonguldak.(ÎLKHA)