Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 34 hezar û 784an

Li Amerîkaya ku Coronavîrus herî zêde tesîra xwe lê nîşan dide her ku diçe hejmara mirî û pêketîyan zêdetir dibe.

Ekleme: 17.04.2020 14:20:12 / Güncelleme: 17.04.2020 14:20:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên ku li ser malpera înternetê ya bi navê Worldometerê hatin belavkirin, li tevahîya cîhanê heta îro ji ber Coronavîrusê 145 hezar û 705 kes mirin û 2 milyon û 165  hezar  kes jî pêketin.

Ji ber Coronavîrusê mirinên herî zêde li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de 4 hezar û 931 kesên din li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 34 hezar û 784an.(ÎLKHA)