Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 30 hezarî

Li Amerîkaya ku Coronavîrus herî zêde tesîra xwe lê nîşan dide her ku diçe hejmara mirî û pêketîyan zêdetir dibe.

Ekleme: 16.04.2020 13:40:13 / Güncelleme: 16.04.2020 13:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên ku li ser malpera înternetê ya bi navê Worldometerê hatin belavkirin, li tevahîya cîhanê heta îro ji ber Coronavîrusê 134 hezar û 708 kes mirin û 2 milyon û 83 hezar û 437 kes jî pêketin.

Ji ber Coronavîrusê mirinên herî zêde li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro zêdetirî 30 hezarî ji ber Coronavîrûsê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)