Hikûmeta Herêma Kurdistanê qerara tatîlê ya ji bo sazîyên fermî heta 2yê Gûlanê dirêj kir

Piştî civîna heftîyane ya ku bi şiklê vîdeo konferansê di serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat kirin re, ew qerara tatîlê ya ku ji ber Covid-19 hatibû standin hat dirêjkirin.

Ekleme: 16.04.2020 09:50:11 / Güncelleme: 16.04.2020 09:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku hat kirin de mijarên mîna îqtîsadî, aborî û tevdîrên ku dê hikûmet li dijî şobê bistîne hatin nirxandin.

Barzanî di civîna ku hat lidarxistin de destnîşan kir, ew ê di wê heyama qedexeya derketina derve de di çarçoveya tevdîrên li dijî Coronavîrusê de ji welatîyan re bibin alîkar da ku barê wan sivik bibe.

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, qerara tatîlê ya ku ji bo sazîyên fermî û mekteban hatibû îlankirin heta 2yê Gûlanê hat dirêjkirin.(ÎLKHA)