Şewirmendê berê yê Trump di warê Coronavîrusê de Bîll Gatesî îşaret kir

Roger Stoneyê Şewirmendê berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, dibe ku Coronavîrus ji teref Bîll Gatesê damezrînerê Microsoftê ve hatibe derxistin.

Ekleme: 15.04.2020 15:45:15 / Güncelleme: 15.04.2020 15:45:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Stoneyê ku di bernameyeke radyoyê de axivî, derbarê mijarê de Gatesî mesûl nîşan da û destnîşan kir ev yek divê bê munaqeşekirin.

Stone di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Gates û kadîparêzên din şobê li gorî menfeatên xwe bi kar tînin da ku derzîyan li ser xelkê ferz bikin û çîpan bi însanan ve bikin. Dinya çawa ku ji bo herbekê amade dibe, divê bi heman awayî ji bo vê şobê jî amadehîyê bike.”(ÎLKHA)