472 xebatkarên Şaredarîya Bajara Mezin a Stenbolê bi Coronavîrusê ketin

Berdevkê Şaredarîya Bajara Mezin a Stenbolê Murat Ongun destnîşan kir, 472 xebatkarên Şaredarîya Bajara Mezin a Stenbolê bi Coronavîrusê ketin.

Ekleme: 15.04.2020 14:35:17 / Güncelleme: 15.04.2020 14:35:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ongun derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Ongun di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, hejmara xebatkarên Şaredarîya Bajara Mezin a Stenbolê  yên ku bi Coronavîrusê ketin derket 472yan.

Ongun di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir xebatkarekî wan ê bi navê Kadîr Kaya ji ber vîrusê canê xwe ji dest daye.(ÎLKHA)