Li Hollandayê 122 kesên din jî ji Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 2945yan

Li welêt hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 945 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 27 hezar û 419 kesan.

Ekleme: 14.04.2020 17:50:18 / Güncelleme: 14.04.2020 17:50:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Wezareta Tenduristîyê ya Hollandayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de 122 kesên din canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 945  kesan.

Hat ragihandin hejmara kesên pêketî jî derket 27  hezar û 419  kesan.(ÎLKHA)