Barzanî:"Di qetlîama Enfalê de jin û mêr, zarok û pîr bêwicdanî bi kom hatin binaxkirin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 32emîn salvegera komkujîya Enfalê de peyamek belav kir.

Ekleme: 14.04.2020 15:35:06 / Güncelleme: 14.04.2020 15:35:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de balan kişand li ser qetlîam û jenosîda ku li hember Kurdan hatiye kirin û destnîşan kir ew ê hewl bidin da ku Enfal wek komkujî jenosîdê bê nasîn.

Temamê peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

“Di bîranîna salvegera 32 saliya pêla ji navbirinên Enfalê de, bi rêz û rûmetê ve wan hemû qurbaniyan bi bîr tînîn ku li wê tawankarî û cenosîdê de canê xwe gorîkirin û serê rêz û hûrmetê jî li ber giyanê pakê wan û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînîn, silav û rêz jî, ji bo malbat û kesukarên wan yê serbilind be.

Enfal yek ji dirindetirîn tawanên dîrokê ye ku jin, mêr, zarok û pîr nenasiye û bi bê wicdanî hemûyan pêkve berev mirina bi kom binax kiriye. Her wiha jîngeh û avedaniyan text kiriye û hemû şûnewarekî jiyanê jêbiriye. Ew siyaseta regezperesta Beis bûye sedema wê yekê ku tenê li pêlên enfalê da, ji bilî li wêrankirina hezaran gund û dehan bajarokên Kurdistanê, zêdetirê (180) hezar welatiyên Kurdistanê canê xwe spartin û komkuj û bi zîndî binax kirin.

Di demek da îro bîranîna wan ezîzan û tevahiya şehîdên Kurdistanê dikîn, divê hemû hewlên me ji bo ewe bin ku bi tu awayekî rê neyê dayîn careke din ne gelê Kurdistanê û ne hîç gel û milletekî dinê ser erdê, rûbirûyê wê tawankarî û jenosaydê bibin. Divê dewleta Iraqê jî wekî erkê xwe yê yasayî û exlaqî, bi awayeke ciddî berê xwe bide kesukarên qurbaniyan û wan qerebû bike.

Her wekî çawa Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê, pêlên Enfalê wek cenosîd û tawanên li dijî mirovayetî û tawana cengî nas kir, em daxwazê ji civaka navdewletî jî dikin van tawankariyan wek cenosîd nas bike. Ji bo wê yekê jî em berdewam dibin û hemû hewlekê didin. Herwiha ji bo peydakirina termên şehîdan û vegerandina wan bo himbêza niştiman em berdewam dibin.

Di vê bîranînê de rêz û silav ji bo giyanê pakê şehîdan ku herdem li bîranîna gelê Kurdistanê da bi zîndî dimînin.” (ÎLKHA)