Serokê Giştî yê HUDA PARê: Divê agirbesta li Yemenê berdewam be

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê divê dorpêça koalîsyona ku qraltîya Siûd jê re pêşîvantîyê bê rakirin da ku ji bo sîwîlan xebatên alîkarîyê karibin bên kirin.

Ekleme: 13.04.2020 19:20:06 / Güncelleme: 13.04.2020 19:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di nirxandina derve ya heftîyane de derheqê mijarên mîna qerara IMFê ya Venezuelayê, micadeleya şobê ya ku qitaya Afrîkayê û agirbesta li Yemenê de nirxandinên balkêş kir.

Qerara IMFê ya derheqê Venezuelayê de

Saglam di nirxandina ku kir de destnîşan kir IMFê destnîşan kiribûn ew ê di bergeha micadeleya li dijî Coronavîrusê de ji wan welatên ku pêşve diçin re 50 milyar dolar alîkarî bê kirin, lê belê heman IMFê teleba alîkarîya 5 milyar dolar a Venezuelayê red kiriye. Saglam dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “IMFê destnîşan kir ji ber ku birêveberîya Venezuelayê di qada navneteweyî de nayê naskirin ew teleba alîkarîyê red kirine. IMFê bi vê helwesta xwe nîşan daye ku ew di bin fermana Amerîkayê de û li gorî berjewendîyên emperyalîzma kurewî hereket dike. Lewra li Venezuelayê hikûmeteke meşrû heye û hikûmeta heyî ji teref Netewetên Yekbûyî û welatên din ve di qada navneteweyî de têt nasîn. Rast e ku di ser problemên aborî yên mewcûd de mueyyîdeyên Amerîka xelkê pir aciz kiriye.  Guaîdo muxalif ê ku ji ber bertekên xelkê xwe serokê derbasdar ê dewletê da nasîn  û ji teref Amerîka û hinek welatan ve nasîna wî wê meşrîyeta  hikûmeta mewcûd û serokê wî  ji holê ranake.Qeara IMFê û ya Venezuelayê di çarçoveya berjewendîyên Amerîkayê de hatiye dayîn û ev  qerar ji bo vê yekê delîleke nû ye.  Ev rewş, rûyê rastî ya IMFê derxistiye holê û cardin nîşan daye ku helwesta wan a sereke dagirkirina welatan e.  Ji ber vê yekê damezrandina yekîtîyeke nû ya îqtîsadî ya  kurewî ya ku di demên qeyranê de bêyî fikirîna berjewendîyên xwe ji welatên ku alîkarîyê bixwaze re destekê bide  bûye zarûrî.

Li Afrîkayê micadeleya li dijî nexweşî û şobê

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser rewşa nebaş a li Afrîkayê û destnîşan kir dibê alîkarîya kurewî ji welatên Afrîkayê re bê kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji bo wan welatên ku lê kêmasîya testê heye ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hişyarîya zêdebûna şobê hatibû kirin.  Divê bi navbeynkarîya Yekîtîya Afrîkayê ji wan welatên ku bi şobê û nexweşîyan re micadele dikin re alîkarîya malzemeya tibbî, kîta testan û îqtîdadî bê kirin.”

Agirbesta li Yemenê

Saglam di berdewama nirxandina xwe de agirbestan ku li Yemenê ji bo 2 hefîyan hat îlankirin di bîran xist û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hêzên Husîyan guh dan banga agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ku ew ê hindik be jî dê pêşîya belavbûna Coronavîrusê bigire.  Encax divê dorpêça koalîsyona ku qraltîya Siûd jê re pêşîvantîyê bê rakirin da ku ji bo sîwîlan xebatên alîkarîyê karibin bên kirin. Divê ev pêvajoya agirbestê neyê îhlalkirin û di bin garantorîya welatên derdorê de dorpêça heyî bê rakirin û hewl bê dayîn da ku agirbesta mewcûd berdewam be.”

“Ji bo li temamê herêman pêşîya belavbûna şobê bê girtin divê agirbest bê îlankirin”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de banga kirina alîkarîya av û malzemeya tibbî ya ji bo Yemenê kir û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Li Yemena ku lê ji sedî 80ê nifûsê bi xetereya mirina ji ber birçîbûnê re rûbirû mane hejmara kesên ku bi mirinê re mane ji hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketine zêdetir e. Ji alîyên din  ve li welêt pêşîya nexweşîyên mîna kolereya jî nikare bê girtin. Ji ber ku ava paqij tune ye şert û mercên hîjyenê nebaş in. Ji bo tedawîkirina nexweşan jî malzemeya tibbî ya lazim tune ye.Divê alîkarîya av û malzemeya tibbî ji bo Yemenê bê kirin û ev alîkarî bi şikleke ewlehî li temamê welêt bê kirin. Ji bo li temamê herêman pêşîya belavbûna şobê bê girtin divê agirbest bê îlankirin.”(ÎLKHA)