Serokatîya Ragihandinê: Îstîfaya Wezîrê me yê Karên Hundir nehatîye qebûlkirin

Ji teref Serokatîya Ragihandinê ve derheqê îstîfaya Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Suleyman Soylu de daxuyanîyek hat dayîn û di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku, îstîfaya Soylu nehatiye qebûlkirin û ew ê wezîfeya xwe bidomîne.

Ekleme: 13.04.2020 00:20:13 / Güncelleme: 13.04.2020 00:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihandinê ve hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser serkeftîyên Suleyman Soyluyê ku piştî teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê hat anîn wezîfeya Wezareta Karên Hundir û hat destnîşankirin: “ Birêz Wezîrê me ji Serokomarê me re pêşkêş kir û Serokomarê me jê re got ku li gorî wî ev qerar ne munasîb e. Pêşkêşkirina îstîfayê taqdîra xwedîyê wî meqamî ye;lê belê qerara dawî ya Serokomarê me ye. Îstîfaya Wezîrê me yê Karên Hundir nehatiye qebûlkirin û ew ê wezîfeya xwe bidomîne.”(ÎLKHA)